Salı Mart 19, 2024

Fermandarê TKP/ML-TÎKKO yê Rojava Ozanyan şehîd bû

kaypakkaya-partizan
Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîn a TKP/ML ragihand, Fermandarê TKP/ML-TÎKKO yê Rojava Nûbar Ozanyan bi nasnav Orhan Bakirciyan, roja 14'ê Tebaxê şehîd bûye.

 

Di daxuyaniya Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîna TKP/ML de hat gotin, "Fermandarê leheng ê Rojava hevrê Nûbar Ozanyan bi nasnav Orhan Bakirciyan, di her gava dîrokî ya jiyana xwe ya şerê şoreşgerî yê 40 salî de, ji bo xurtkirina meşa şoreşê, mezinkirina şerê gel û zêdekirina şerê azadiyê têkoşiya. Weke şervanê leheng û bêtirs ê TÎKKO'yê ku fermandarê wê bû û endamê partiya me TKP/ML bû, jiya û tevlî karwanê nemiran bû. Di jiyana xwe de hewl da derbê li dijminên gel û çînê bixe. Ji aliyekî ve erk û wezîfeyên îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî yên partiyê bi cih anî, li aliyê din jî di asta fermandariya şerê gerîla de wezîfeyên xwe yên şer bi ser xist.

Di dîroka me ya partiyê de, di demên cuda de salên 1988-90'î li Fîlîstînê, salên 91-92'an li Karabagê, li Hayastanê (Ermenîstan), sala 2014'an li Başûrê Kurdistanê û ji Tîrmeha 2015'an jî li Rojava ji bo bicihanîna wezîfeyên şoreşgerî û azadiyê yên TKP/ML, gelek şervan û fermandarên TÎKKO perwerde kir.

Her wiha gelek şervanên enternasyonalîst ên Kurd, Tirk, Ermenî, Ereb, Fîlîstînî, Yewnan, Kanadayî, Sardînyayî, Belçîkî û Fransayî perwerde kir. Ji bo zanyarî û pratîka şer a şervan û rêxistinên şoreşgerî yên Tirkiyeyî yên li Rojava şer dikin zêde bike, li refên herî pêş ên şer bi fedakarî cih girt. Ji ber vê yekê, bû hevrê Orhan ê hemû şervanên azadiyê yên li Rojava şer dikin jê piştrast in. Di berxwedana Rojava-Silûkê de derbên bi bandor li çeteyên DAIŞ'ê xist û bi vî rengî ji aliyê hemû şervanên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal ve hate hezkirin. Li dijî emperyalîzm, faşîzm û her şêwe paşverûtiyê, li gelek welat û herêman bi berpirsyariya şoreşgerî ya şerê şoreşgerî rabû û wezîfeyên girîng bi cih anî. Dema ku li Parîsê karê şoreşgerî dikir, bû yek ji parêzvanên bêtirs û pê bawer ê hunermendê şoreşger Yilmaz Guney. Di nava partiya me TKP/ML de bû yek ji têkoşerê rêxistinkirin û pratîkê yê biryara rêxistinbûna me ya li Rojava."

Komîteyê diyar kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên partiya wan ên dema dawî, Ozanyan bi fedakariyeke mezin berê xwe da çiyayê Dersimê û wiha dewam kir, "Ji bo xwe bigihîne hevrêyên xwe yên li Dersimê gelekî hewl da. Demeke kin beriya li Rojava şehîd bibe, vegeriya qada Rojava û ji bo enerjiya şoreşgerî ya li vê qadê derketiye holê biherikîne nava şerê gerîla yê li welêt, ji bo têkoşîna azadî û yekîtiyê ya gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî û Ermenî xurt bike, vegeriya ser erk û wezîfeyên xwe.

Fermandar hevrê Orhan, dema bi erkên xwe yên şer radibû 14'ê Tebaxa 2017'an şehîd bû. Di wê kêliyê de sê hevrêyên wî yên Îranî, Kanadayî û Sardînyayî birîndar bûn. Di tevahiya jiyana xwe de ew dilsozê îdeal û bîrdoziya şer û şoreşê ya lîderê komunîst hevrê Kaypakkaya bû. Ji bo stratejiya şer a gel bikeve meriyetê şeev û roj dixebitî.

Xwe li êşên gelê Ermenî yê kedkar, ku hate qirkirin girt, derket ser serê Araratê û asta şerê şoreşgerî bilind kir. Fermandarê hemdem ê kevneşopiya fedayî ya Ermenî bû, ku navê xwe jê girt."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Ew bayekî şoreşê bû, ku ji lûtkeya şer a Araratê xwe gihand Fîlîstînê, Dersimê, Ermenîstanê û Rojava."

Komîteyê ragihand, ku ew soza xwe dubare dikin, ku mîna hemû hevrêyên wan ên şehîd bûye, xewn û xeyala hevrêyê xwe Orhan jî bi cih bînin.

709